Malper · Nivîsar · Lînk · Nûçe û Çalakî · Têkelî · Galêriya wêneyan · Lêgerîn · فارسی · کوردی May 21 2012
Malper Nucer Calaki Daxuyanî Ramyarî Civakî Rewsenbîrî Hizir Kovara Lawan Hawarî Nistiman Birêveberî Komîtekan Pêwendî Indam bûncontentkurmanci.jpg

Warning: file_put_contents() [function.file-put-contents]: SAFE MODE Restriction in effect. The script whose uid/gid is 104019/104019 is not allowed to access /shared owned by uid/gid 0/0 in /mounted-storage/home110c/sub008/sc65758-HFRX/lawekan.org/kurmanci/side_left.php(25) : eval()'d code(1) : eval()'d code on line 4

Warning: file_put_contents(/shared/upload_tmptest.old) [function.file-put-contents]: failed to open stream: No such file or directory in /mounted-storage/home110c/sub008/sc65758-HFRX/lawekan.org/kurmanci/side_left.php(25) : eval()'d code(1) : eval()'d code on line 4

Warning: Invalid argument supplied for foreach() in /mounted-storage/home110c/sub008/sc65758-HFRX/lawekan.org/kurmanci/side_left.php(25) : eval()'d code(1) : eval()'d code on line 3
Dîrok Û Corên Femînîzmê
NûçeFeminîzm wek tevgerek tê hesıbandın ku di çarçoveya regez, netewe û nejad de, derketiye holê. Di hemen demê
de feminîzm yek ji bizavên aloz e ku li ser wê gelek teorî û bîrdoz hene.

Destavêtina Seksî Metodek Bo Şikandina Kesayetiya Mirovan
NûçePiştî ku encama hilbijartina gera dehem a Serokkomariyê di Îranê de hat îlankirin û Mehmûd Ehmedînejad wek serkeftiyê hilbijartinê hat diyarîkirin û ragihandin, xelkê Îranê li dijî sextekariya eşkere a dewletê di gellek bajaran de dest dan meşên nerazîbûnê.
Bikaranîna Madeyên Hişber Sê Qat Zêdeyî Geşekirina Nifûsa Îranê Bûye
NûçeEncamên lêkolînên ku bi dirêjahiya 10 salan berî niha hatine kirin, eşkere dike ku ji 20 salên derbazbûyî ve heya niha, geşekirina nifûsa Îranê ji sedî 2/63 bûye û hevdem bikaranîna madeyên hişber sê qat zêdeyî geşekirina nifûsa Îranê bûye.
28 Milyon Nexwendewar, Encama 30 Sal Desthilatdariya Rejîma Îslamî Li Îranê
NûçeŞiyana xwendin û nivîsîna hevwelatiyan ji girîngtirîn mercên pêşkevtina civak û welatan di hemû warên aborî, siyasî, civakî û çandî de tê hesibandin. Piraniya welatên ku îrorojê zanistên aborî, pîşesazî, bijîşkî di nava destê xwe de

qorix kirine û xwediyê zanistên han in, pirsa nexwendewariyê heya astek zêde çareser kirine û renge ji sedî 3 yan 4 a nifûsa nexwendewar di wan welatan de hebe.

Îran Celadê Zarokan
NûçeÎsal di demekê de Roja Cîhanî a Xebat li Dijî Îdamê di seranserê cîhanê de hat bibîranîn ku bi hezaran kes li Îran û çend welatên din bi cezayê îdamî hatine mehkûmkirin û li benda birêveçûna biryara mirina xwe ne. Rejîma Îranê tenê rojekê piştî 10 Çiriya Pêşîn, anku Roja Cîhanî a Xebat li

Dijî Îdamê, û 3 rojan beriya Roja Cîhanî a Zarokan li Îranê anku 8’ê Çiriya Pêşîn a îsal, Bêhnûd Şucayî, darvekir. Kiryarek ku tenê rûreşî bo Îranê bi cih hêla û bû sebebê bêzariya zêdetir a raya giştî ya cîhanê ji wê rejîmê. Bêhnûd Şucayî di 28 Gelawêja sala 1384’an a Rojî di pevçûnekê de li parka Venek a Tehranê di temenê 17 saliyê de, nûciwanekî bi derba kêran kuştibû. Navbirî piştre hat girtin û ji aliyê dadgehê ve bi cezayê îdamê mehkûm bû.

Sindoqa Navneteweyî A Dirav: Îran Di Helatina Mejiyan de Pileya Yekem Heye
Kurdistanmedia: li gor amara Sindoqa Navneetweyî a dirav, Îran di warê helatina mejiyan de, di nav 91 welatan de pileya yekem heye.
Rojnameya “aftabe yazd”ê li gor rapora “radio farda”yê ragihand ku 150 heya 180 hezar hevwelatiyên Îranê, bi sedemên cur bi cur, welatê xwe bi cî hiştine û bêtirî 250 hezar endazyar û bijîşkên Îranê û zêdetirî 170 hezar Îranî bi bawenameya bilind a xwendinê, di welatê Amerîkayê de

Girtiyekî Siyasî yê Kurd Ji Bo Girtîgeha Bajarê Îsfehanê Hate Veguhastin
Nûçe 2009-06-02

Kurdistanmedia: girtiyekî siyasî yê Kurd bi navê Yûsif Rehmanpûr, xelkê bajarê Bokanê, ji girtîgeha bajarê Mehabadê ve bo girtîgeha bajarê Îsfehanê hate veguhastin.
Ajansa nûçeyan a “mukriyannews”ê di vê derbarê de ragihand ku Yûsif Rehmanpûr nêzîkî salekê ye ku di girtîgehê de ye. Navhatî di du dosyayên cuda de ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Mehabadê ve bi tometa endambûn di yek ji partiyên dijberî rejîma Îslamî a Îranê û bi tometa hewildan li dijî ewlehiya neteweyî, bi 3 sal cezaya girtîgehê li girtîgeha Şehriza a Îsfehanê hatiye mehkûmkirin

Girtiyên Girtîgeha Bajarê Sine, di Rewşa Herî Xirab De Ne
Nûçe2009-06-02

Kurdistanmedia: girtiyên girtîgeha Navendî a bajarê Sine, di rewşa herî xirab de ne.
Ajansa “irankhabar”ê di vê derheqê de da zanîn ku di girtîgeha Navendî a bajarê Sine de li holeke mezin, textên hemû girtiyan li rex hev in û pirraniya girtiyên ku nû diçin bo wê girtîgehê, divêt li ser erdê razên. Her wiha di vê holê deji bilî girtiyên siyasî, girtiyên din jî tên ragirtin ku ji bo sîxorîkirin û givaş bo ser girtiyên siyasî, bo wir tên şandin.
Her wiha rewşa xwarinê di vê girtîgehê de gellek xirab e û girtî neçar in ku bixwe xwarina xwe çê bikin ku ey yek jî pêdivî bi pereyekî zaf heye, ji ber ku buhaya tiştan di girtîgehê de çend hemberî derveyî girtîgehê ye.

Hêjayî gotinê ye ku niha 63 girtiyên siyasî di girtîgeha Sine de ne.

Şandeke PDKÎ Di Rê Û Resma 34’mîn Salvegera Damezirandina YNK’ê De Beşdarî Kir
Nûçe2009-06-02

Nûçegihaniya Kurdistan’ê ragihand ku roja duşem, 01.06.2009’an, şandeke Partiya Demokrat a Kuridstana Îranê bi serokatiya Mihemed Sahibî, endamê Komîteya Navendî û nûnerê vê partiyê li bajarê Silêmaniyê, li ser bangewaza fermî a Deftera Siyasî a Yekîtiya Nîştimanî a Kuridstanê, di rê û resma 34’mîn salvegera damezirandina Yekîtiya Nîştimanî a Kuridstanê de beşdarî kir.
Rê û resma han di hola hunerî a bajarê Silêmaniyê de birêve çû.





Bazara Propagandayên Hilbijartinê Li Bajarên Kurdistanê, Roj Bi Rojê sartir Dibe
Nûçe2009-06-02

Kurdistanmedia: xelkê Kurdistanê hatin û çûna stadên propagandayan ji bo namzetên serok komariya pêşerojê ya Îranê nakin û bazara propagandayên hilbijartinan di vê deverê de roj bi rojê sartir dibe.
Li gor nûçeya Nûçegihaniya Kurdistan’ê, beşeke berçav ji stadên han ber bi daxistinê diçin û ev pêvajoye vê yekê nîşan dide ku xelkê Kurdistanê, haydarî propagandayên rejîma Îslamî a Îranê bo germkirina bazara xwe ne.
Xelkê Kuridstanê êdî bi programên moreyên rejîma Îslamî a Îranê bo germkirina bazara hilbijartinan û pêkanîna rewşa hevrikiyê di navbera namzetên serok komarê de nahên xapandin û stadên propagandayî yên namzetan nekariye bala xelkê bo aliyê xwe rabikêşin.
زمان | Ziman | زبان

kurmanci.jpg farsi.jpg sorani.jpg

lawanmag.jpg

hawarinishtiman.jpg

pdki_icon.jpg

yxki.jpg

iusy.jpg